Dr. Ezîzê Gerdenzerî

Mesha Ciya

(Besek ji romana ”Jana Ciyayê Sengalê”)

Çîyayê Şengalê, wek teyrê Sîmir, teyrê çîrokî, teyrê efsanewî di navika Mêzopotamîya qedîm de hêl bûbû, rawestîya bû; pişta wê li berrî û qûmîstana Kîkan û Milan bû, lê berê wê li deşt û zozanên cinetî bû. Çiyayê Şengalê vê gavê ketibû halekî çetîn. Ew çîya bû. Ew teyr bû. Ew gelek wext nikarîbû nûqsanîyê teyax bikê, hêsîrîyê tehmûl bikê. Çîya-teyr, te yê bigota ji cî rabû, bi devên şanzdeh tabûr şêr û egîtên xwe galegal kir, gazî şexis û zîyaretan kir û ber bi dijminê xwînxwar livîya û meşîya.

Çawa ku mêrxasan ranêzîkayî (nêzîkî) bajarê Şengalê kirin, tavê dayê. Şemş bû mertala batinî. Şems bû mertala çîrokî. Şêms hero zeftir ronî ron kir. Şems mertala xwe da ser milên ewladên xwe. Tava pîroz li jor her tişt didît.

Mêrxasên Çîyayê Şengalê, di nav wext û wahdekî kin de; di du mehan da artêşa xwe ava kiribûn; komê siwaran yên birrbirrî gihîştibûn hevdu, bûbûn tabûr. Ew yek bi saya serê Meyan Xatûnê, Îsmaîl Begê, Hamoyê Şero û serokê pênaberên ermenî, profesor Karagozîyan qewimî bû.

Ew du meh bûn ku ordîya Osmanîya, ordîya Roma Reş dev kiribû cegera Şengalîyan. Sedem çi bû?

Hukumdarê Împêratorîya Osmanîya yê nû: ”tirkên cihêl” (tirkên gênc/jön tirk) di bihara 1915-an de fermana komkujîya ermenîyan lidarxistibûn, navê wê fermanê bi resmî cîhguhastina ermenîyan bû, lê bi fakt, bi praktîk jenosîd bû, jenosîda ermenîyan, jenosîda miletekî qedîm û xwedî edebîyat û medenîyeteke zengîn bû.

Di sala 1915-an de çar hezar zêdetir pênaberên ermenîyan yên ji ber qetlîama Roma Reş rizgar bûbûn, xwe avêtibûn ber bextê êzîdîyên li Çiyayê Şengalê. Paşê, heta meha Sibatê 1917-an, hejmara pênaberan ji şeş hezarî zêdetir bû. Şengalîyan di nav xwe da dost û birayên xwe yên ermenî di nav hevdu de bela kirin, ew di malên xwe de bi cîh û war kirin, kinc û rehel dane wan, bi nan û av kirin. Her axa û beg, her reyîs û mixtar, her şêx, pîr, qewal, feqîr, mirîd li ber ocaxa Mala Mîra sond xwarin ku bi ti emran ermenîyekî çîye, ermenîyekî jî nedine destê osmanîyan û dostên xwe parastin.

Meyan Xatûnê û Seîd Begê di gûnd û bajarên Mîrgeha Êzîdîyan yên mayîn da jî bi hezaran pênaberên ermenî û aşûrî bi sitar kirin.

Gelek caran Roma Reş cewab ji êzîdîyan ra şandibû û gef li wan xwaribû. Lê êzîdîyan bi qehremanî, bi tûndî bersiva wan dabû.

Ev du meh bûn ku ordîya osmanîya bi fermandarîya Hacî Îbrahîm-Bey Çiyayê Şengalê dorpêç kiribû. Pêşiyê osmanîyan dahwe ermenîyan û çekan ji êzidiyan kirin. Paşê jî êrîş di ser êrîşê ra birin ser Şengalîyan, gûnd û bajarên wan didan ber topan.

Şengalîyan bi qehremanî li ber xwe didan. Ewana topên alman ji destên dijmin derêxistibûn*, hespê fermandarê ordîya osmanîya, Hacî Îbrahîm-Bey, wisa jî gelek hespên din revandibûn...


Osmanîyan rê û dirb ji ber Şengalîyan dadabûn. Armanca dijmin ew bû, ku Şengalîyan bi birçîbûnê bînê rayê. Şengalîyan li serê cîyê, di gera bin pîya quba Çilmêranê de civîyabûn...


Îsmaîl Beg û profesor Karagozîyan berê xwe dabûn bakûr, di nav qumîstanê (berîyê) re ber bi Bexdayê va çûbûn, ji bo ku hewara xwe bigihînin serleşkerîya Înglîz...


Serokbeledîyê Şengalîyan, Miradê Nemir li gel çend hogirên xwe berê xwe dabûn rojhilatê, ew çûbûn nav eşîrên Barzanîya, Zebarîya, Hekarîya û Sorana û hwd...

Meyan Xatûn, Hamoyê Şero û giregirên êzîdîyan yên din di çîyê da mabûn, pê hesîya bûn, ku osmanîyan tedbîra xwe dibînin, dixwazin êrîşê bibin ser Şengalîyan.

Şengalîyan biryar girtibûn ku şêr û egîtên wê divên li ser rîya dijmin bisekinin, ji bo ku nehêlin lingê eskerên Roma Reş bikevê nav Zîyarete Çilmêranê.

Hamoyê Şero wek serleşker bû. Donzdeh taxbûrên Şengalîyan di bin piyê çiyê da çeper girtin.

Sê taxbûrên êzîdîyan jî ji Çilmêranê derketibûn. Taxbûra ermenîyan di bin fermandarîya Lêvonê Haykaz de milê rastê gerekî biparasta, taxbûra Şêx Şedîzarê Şêx Xelef jî milê çepê, taxbûra Qulyê Husêyn gerekî dûr bisekinîya û wextê gurbûna agirê şer, xwe bigihanda hewar û gazîyê.

Ahmed Meto jî rêbertî li Taxbûra Çilmêranê dikir. Borcê wê taxbûrê, borcekî herî giran bû. Xweyî û xwedanê xelkê ewana diman. Ewan gerekî tucar-tucar milet tenê nehîştana û ji Çilmêranê derneketana. Topê alman li ber destê wan bûn.

Bi qirara serleşker; Hamoyê Şero top gerekî hingê bihatana teqandinê, çaxê mêrxasê Çiyayê Şengalê ranêzîkayî dijmin kiribûn; binatara bajarê Şengalê. Hingê bi dengê defa hewarê wê îşaretî bidana topavêjan.

Şengalîyan sonda mêrê berê xwaribûn; hetanî dijmin raneqatînin, paşda nezivirin.

Di Çilmêranê da şêr û egîtên êzîdîyan xwe dixwar. Çilmêranîyan; jin û zarok, mezin û biçûk bala xwe dabûn şêr û egîtên xwe û li hêvîya gotina wan bûn. Ew dema navbirîyê, bêdengîyê çiqas diçû dirêj dibû û nerehetîke mezin dixuliqand.

Çavên gişkan rê dikişand; çavekî Şengalîyan li aliyê qûmistanê dinihêrî, çavê mayîn li aliyê rojhilatê, li aliyê çiyayên Mêzopotamîyê, çiyayên Kurdistanê da req bûbûn.

Çiyayê Mêzopotamîyê, çiyayê Kurdistanê dengê birayên xwe, dengê Çiyayê Şengalê bihîstibû.

Çiyayê Mêzopotamîyê, te yê bigota li cîh û bingeha xwe rabûbû. Li Başûr Rohilatê û li Bakûr Rohilatê çar hezar mêrxasên kurdan yên wek çîya, ber bi Çiyayê Şengalê dimeşîyan. Hespên di bin wan da erebî bûn. Simbêlên wan xiştikî bûn. Çavên wan reşê egirî bûn. Tivingên wan yên ûrisî û almanî bûn. Rîya wan di binatara Çiyayê Meqlûba Şêxa û Gelîyê Lalişa Nûranî re derbaz dibû.

Lalişa Nûranî, Lalişa Ziyaretî ji zû ve hawqas şêr û egîtên xwe li cîkî û bi tedarek û bi tifaq nedîtibû. Ji Lalişa Nûranî ve eşkere bû, ziyaretê zanibû, wekî wê ew roj bê, ku wê ”rabe lawê miletê medî Şerfedîn”, hingê miletê medî, netewa kurd wê ji zilm û zordariyê, wê ji hêsîriyê û bindestîyê xelas bê, bibê xwediyê serê xwe.

Lalişa Nûranî dixwest bawer bikira, ku ew roj hatîye û ew roj roja îroyîn e.

Ewledê Çiyayê Cûdî, Çiyayê Spî, Çiyayê Metînê, Çiyayê Qendîl hwd. ranêzîkaya (tilbeyî) Çiyayê Şengalê kirin. Çiyayê Şengalê çav bi mêrxasan ketibû. Çiyayê Şengalê di bin tîrêja tavê da diteyîsî.

Eskerên Roma reş, ji dûr ve wek reşêlê xwîna mirîya dixwîyan, bi siwara ve hatine kivşê. Çar hezar siwar destên xwe danîn ser çekên xwe û li hêvîya qirara axa û begên xwe sekinîn.

Ew sekinandin, bîna xwe stendin, ne bi dilên gelek mêrxasan bû. Ewana ji dûr ve dijmin dîtibûn. Ewana ji dûr ve çiyayê xwe dîtibûn. Ewana dixwest zûtirekê dijmin raqetînin û Çiyayê Şengalê azad û serbest bibînin.

Qerara axa û began dima qerar; gotibûn bisekinin, gerekî bisekinyana.

Çiyayê Şengalê, li ber çavên şêr û egîtên xwe yên Çilmêranê, li başûr rojavayê nihêrî. Çar deveyan, çar siwarên xwe li pişta xwe kiribûn û di nav qûmistanê de, ber bi Çiyayê Şengalê ve tanîn. Siwarek ji wan Mîrê Çiyayê Şengalê, Mîr Îsmaîl Beg bû. Her sê siwarên mayîn jî wekîlê dostan, yê înglîz, kapîtan Munro, kapîtan Hutson û bijîşkê hindî bûn.

Îsmaîl Beg ji dûr ve çiyayê xwe nîşanî herdu kapîtanên înglîz û doxtirê hindî kir:

-Ev Çiyayê Şengalê ye! Ku hûn bala xwe bidin singê çiyê yê rojhilatê; tê da bax û bostanin. Xwedayê min, Yêzdanê Dilovan li vir bihişt çêkiribû. Adem û Hewa li vir, bi xwestina Rebê Alemê xuliqî bûn. Em, mirov û însan gişk zarokên dê û bavekî ne. Em hemî xwîşk û birayên hevdu ne!

Herdu kapîtanan fîlosofîya şêxê êzîdîyan fêhm nekirin. Ewana di bin simbêlên xwe yên ewropî yên tenik û kember da kenîyan û çavên xwe ji hevdu re qurtandin (şkênandin). Li ser dilsozîya Mîrê Êzîdîyan ewana zendegirtî (matmayî) man. Kapîtan Harry Hutson teyax nekir, pirsî:

-Tu osmanîyan jî ji bo xwe wek biran hesab dikî, şêx?

Îsmaîl Beg dengê xwe nekir. Hiş û aqilê Mîr, wê gavê li Çiyayê Şengalê bû, li Çilmêranê bû, nav nefer da bû, nav milet da bû.

”Ez derengî ketim... Wey li min, birawo!”. Çavê Îsmaîl Begê tije hêsir bûn. Çiyayê Şengalê, te yê bigota pişta xwe bi Mîrê xwe ve kiribû. Îsmaîl Beg nedixwest bi vî teherî (awayî); destvala çiyayê xwe bibînê. Di Çiyayê Şengalê de deng û his tunebû.

Mîr û çiyayê wî ker û lal li hevdu dinihêrîn.

Osmanî di gûhê gê da razayî nebûn; di her deran de casûs û nemamên wan xwînxwaran hebûn. Hacî Îbrahîm-Bey, di derheqa hatina Mîrê Êzîdîyan, kapîtanên înglîz, doxtirê hindî da bihîstibû. Navê Mîr, înglîz, hindî bes bû ku gênêralê osmaniya bitirsînê, hefza xwe bikê.

Tirsa lawên çiyayê kurdan ketibû dilê Hacî Îbrahîmê dêw; jê re gotibûn ku çar-pênc hezar, ewî çil-pêncî hezar fehm kiribû.

Ziravê gênêralê rewir qetîya bû. Ew zendegirtî mabû, ma bi çi teherî, çi cûreyî, di nava wahdekî kin de, miletê Mêzopotamîyê tifaqa xwe ava kirin û bi tevayî, bi hev re li dijî ordîya wî dertên. Fermandarê osmanîya ev hesab ji miletên Mêzopotamîyê nedikir. Gênêralê tirk ev mesela han bi aqil û kemalîya înglîz ve girê da û kewkaniya xwe avête bostanê dostê xwe; almanan de:

- Evana jî dibên, em bi aqilin, em piragmatîkin, heq û hesabê dinê baş zanin… Divê me dostanî bi înglîz re bikira! Gelî Fermandara, gelî efendîya, em çi bikin?

Hacî Îbrahîm-Bey hewara xwe gihand fermandarên li gel xwe. Fermandarên alayî, taxbûr, eşîretên osmanîyan xwe li kerrî û korîtîyê danîn; bersiva fermandarê ordîyê nedan. Gênêral ev yek wek ziyaneke pir mezin hesab kir; kê kê li partîvanê komîtêya tirkê cihêl divê têkine qaraqar, lê na, evana jî wek seyê belek û kotî tirsîya bûn û xwe li ser gûhekî avêtêbûn.

-Mîmmêdîn Efendî, gotina te çî ye!?

Hacî Îbrahîm-Bey hizira qaymeqamê Kerkûkê ji zû ve zanibû, di qest-qerez ev evdê han da xeber danê.

Bibûya-nebûya divîyabû qaymeqam bersiva wî bidaye:

-Ez hetanî hespên xwe ji destê êzîdîyan dernexim, bi cîkî da jî naçim!

-Baş! Tu bimîne! Mamtayî-Bey xweyaye nêta te jî li mayînê heye!

-Çima jî na! Fermandarê me tu yî, ku tu bimînê, ez û Mîmmêdîn Efendî jî, emê bimînin!

Hacî Îbrahîm-Bey li çavên herdû efendîyan nihêrî. Kete bîra vî xwînxwarî gotinên van herdûyan yên di derheqa êzîdîtîyê û kurdîtiyê da. Ew poşman bûbû ku çima di wextê xwe de xebera herdûyan nekir. A niha wek çar baltên giran, di herçar qulban ve êzidî , kûrdên misilman, ermenî, li ser serê wan re sakinîne. Ev baltên giran, ku mabe, wê li nav çavên wî û eskerên wî bikevê. Ne Enver-paşa, ne Talat-bey, ne jî Cemal-paşa nikarin wî rizgar bikin. Ewana wê bi ser da çend pihînan li gora wî bixin û çi kêmasyên wan hebûn têxine stukura wî.

Gênêralê osmanî, Hacî Îbrahîm-Bey, di emrê xwe da cara yekemîn bû, ku ji mirinê; mirina rezîlî ditirsîya.

Gênêralê ordîya osmanîya adyûtant ji pişmêrê xwe yê nû re got:


- Ez te dibînim bînbaşi! Îsmaîl Beg û hersê serbazê înglîz tenê ne, sax an mirî wan ji min ra bîne. Ezê serê wan bi serê rima xwe ve vekim.

Şems, wek hercar, wek bi hezaran salên berê, li deşta Eynxezalê nihêrî.

Meh, meha Nînsanê bû. Çarşem bû. Ji bo êzîdîyan ew roj, rojeke ezîz bû, rojeke pîroz bû. Navê çarşemeke nînsanê, navê sor êzîdîyan danîbû ser. Çima Çarşema Sor? Dibên ji bo ku “Şixadî, Şêxalê Şemsa xweste dîwanê da qayim bikin dîn û îmana Kurdistanê”, an jî “Tawisî-Melek di roja çarşema yekemîn ku dikevê serê meha Nîsana rojhilatî da ji ba Xwedê tê daxilî ser erdê Lalişê dibê”, dibê ku çawa nav dibê wê rojê gelek xwîna lawên Mîrgeha Êzîdîyan rijyabû. Şengalîyan diqewime hay ji wê meselê tunebûn. Diqewime êzîdîyan ew mesele baş zanibû. Wekî mayîn çawa diqewimî, wekî xût wê roja ezîz şengalîyan li Çilmêranê derketibûn, Dimdim ketibû bîra wan û di meydana şêr da dixwestin heyatîya xwe îzbat bikin. Di Eyda Xirdinevîyê mirazbexş da dijmin bi ser êzîdîyan da girtibû. Di Eyda Çarşema Sor da hebûn-tinebûna êzîdîyan wê derketa li ser terezî û mêzînê. Ew yek jî xwestina xwedê bû.

Taybetê te yê bigota demeke xurt bîna xwe girtibû. Tevê diqijirand. Gûl û gîha vebibûn. Dara çiqil û pelê xwe, wek tilî û pêçîyên zerî û domaman, berbî erşa kiribûn, tîrêj vedixwarin, gazî xwedê dikirin. Teyr û twîyan xwe veşartibûn û di nav gûl û gîhê re, di qeraxên kevir û xîçan re, di nav pelên daran re derûdor mêze dikirin.

Pilte ewrê çîlqerqaşî, wek rihsimbêlên kalan yên sipî, serê Çiyayê Şengalê ve darda bibûn. Gelî û gebozê kirtkirtî, wek aziyê qurçimî, şedetîya fikir û mitalê kûr û kibîr bûn. Çiyayê Şengalê, wek kalê zemanî şêwira xwe dikir. Qencî û xerabî dida li ber hevdu.

Qedîfê çayîr û çîmana, ji rengê xwe ditirsîya, nedixwest bi xwîna mirovan sor bibê, dixwest şîn bimîne, ewana tîbûna xwe ji qiravîyê û axa avzêm şikênandibû.

Gûl û sosinên bi hezar rengî, xalîca taybetî ya kaw li ser axê nitirandibûn.

-Rastî jî ev cî, cîkî cinetîye, çiqlê cinetêye, - axayê Zebarîya axivî. - Em li çi sekinîne? Em lê nedin? Destê min duxure!

-Sebirke, ez benî! – Mirad lê vegerand.

Aqara di navbera siwaran û osmanîyan de, ne tişt bû, meydaneke hespê erebî bû. Mêrxasên kurdan, medan, mîdyanan, xalitîyan, desinîyan bilindcîh sekinî bûn. Herdu bilindayê rojhilatê û rojavayê di destê wan de bûn. Qulbê başûr û bakûr vala bûn. Di navbera herçar qulban de eskerên osmanîyan bûn, eskerên ku wextekî wek gûrên har bûn, îro jî wek pişîkan xwe kiribûn girê, çavên wan direqisîn. Saw ketibû li ser wan neheqa.

Şengalîyan hay jê hebûn, wekî birayên wan têne hewar-gazîya wan. Ewana zanîbûn, wekî Mîrê wan sip-silamete û ranêzîkayî wan kirye. Derheqa tevlîhevbûna osmanîyan da jî Şengalîyan zanîbûn.

Bînbaşî-adyûtantê Hacî Îbrahîm-Bey tevî 150 siwaran ranêzîkayî Îsmaîl Begê û hogirên wî yên rêwîtyê kirin.

-Bi Simila! Destûra Xwedê! Ev çi ecêbe! Şemso tu rastîyê bipirsî!

Mîr çîyayê xwe nihêrî, Şemsê xwe nihêrî, eskerên wek ruhstîn nihêrî.

Eskerên devxwîn te yê bigota hirç di nalê de dîtine, hîre-hîra wan bû, dizgîna hespa berdabûn, dixwestin li ber çavê Çiyayê Şengalê Mîrê wî pêpez bikin. Çiyayê Şengalê kubar û bêminet sekinî bû. Çiyayê Şengalê hay ji Mîrê xwe hebû. Çiyayê Şengalê, ji jorda her tişt baş texmîn dikir.

Îsmaîl Beg careke mayîn çiyayê xwe nihêrî. Binpîya çiyê, ser çend gava ziyareta Şêx Romî texmîn kir. Mîr çilqas kir, xwe avête pişt ziyaretê. Hogirê Îsmaîl Begê çav dane wî.

- Şêx Romî, tu bêy hewara me!

Îsmaîl Beg herdu kefên destên xwe danîn ser dîwarê zîyaretê. Şêx Romî ne şêxê êzîdîyan bûye. Ew yek Şêx Îsmaîl baş zanibû. Şêx Romî diqewime xût ji miletê wan kesan bûye, ku hatine Îsmaîl Beg bikujin. Êzîdîyan ev qube li ser Şêx Romî ava kiribûn. Mîrê Êzîdîyan roja îroyîn hewara xwe digihand Şêx Romî.

Kete bîra Îsmaîl Begê mesela Şêx Romî û Şêx Şerfedînê Şêx Hesenê Şêx Bereket. Quba Şerfedîn 400-500 mêtrî dûrî quba Şêx Romî bû. Dewsa qubê da wextekî dîwana Şerfedîn bûye.

Şêx Romî xewnê dibîne, wekî dûpişke xenîmê wî, pey wî digere, dixwazê wî bikuje. Derheqa keremeta ku Xwedê daye Şerfedîn ewî bihîstibû û hatibû ber derê dîwana şêxê êzîdîyan, hewara xwe digihînê wî, belkî ew çarekî bibînê, wê zilmê li ser wî hilînê.

Qerewilê ber derê dîwanê, xulam û xizmetkarên Şerfedîn xweyê xwe ji xewê hişyar nakin, wî dihêvşînin, lê mala xwe xirab dikin, direwa dikin. Dibêjin ku şêx mal nîne, du-sê seheta şûnda wê bê, keremkin serê dîwanê.

Şêx Romî mala xwe xirab dike, nakeve hundur, diçe seyremîşbe. Hewa Çiyayê Şengalê, gûl-sosinên Çiyayê Şengalê, bax-bostanên Çiyayê Şengalê cinetê tînin bîra Şêx Romî. Ew rima xwe di axê da dikûtê û bi ser destîyê rime da dihênije. Dûpişk li wê yekê digerîya, bi rimê ve hildikişê.

Şerfedîn hişyar dibê û pê dihesê ku mêvan hatîye ber derê dîwana wî, xulama nemerdî kirîye, mêvan derva maye. Ew deyl xulama dike û siwara dişîne hewara Şêx Romî. Siwar nîvê rê bûne çaxê qîjên ji Şêx Romî tê. Şerfedîn xulamê xwe yê direwîn cîh da dikê darê berû. Darê berû di navbera quba Şêx Romî û quba Şerfedîn da wek siwara ketibûn rêzê.

Şêxê êzîdîyan di rûyê xulaman da xwe bi hewar-gazîya Şêxê Romê ve negihandibû. Gûnehkaran cezayê xwe sitandibûn. Ziretê Şêx Romî kîna êzidiyan, ciyê belasebeb, rûyê wê yekê da diqewime bi xwestina Xwedê girtibûn; xulaman mala xwe xirab kiribûn, direw kiribûn, bo rehetîya Mîrê xwe. Şêx Romî mala xwe xirab kiribû, pêş da neçûbû, neketibû derê ber wî vekirî. Herdu şêxan, bi xwestina xwe rika Xwedayê Mezin rakiribûn; ziretê herdu şêxan bi hevra kiribûn neyar û dijmin. Ziret çi gûnehkar bûn. Şêx jî gunekar nînbûn...

Şêxê Êzîdîyan Îsmaîl Beg pişta xwe kutabû quba Şêx Romî, hewara xwe Şêxê Romê daxistibû. Ew yek jî xwestina Yêzdanê mezin bû.

-Meyan Xatûn, em li hêviya çine? Em lê nexin?

Ew yek qewal Qasimê Nevo got. Destê wî mêrxasî jî duxurya. Dijminê wî, bavkuştyê wî, li ber çavên wî sekinî bûn. Ewî egîtî dixwest xwîn bi xwînê safî bikê. Lê na, xwîn bi xwînê nayê safîkirinê. Xwîn wê li ser xwînê da zêde bibûya.

Meyan Xatûnê li çavê mêrxasê xwe nihêrî:

-Qewalo, mêrxaso, sebirke!

Dawidê Dawid jî bêsebir bû. Ewî mêrxasî çaxê dûrbîn da ber çavên xwe, şabûna lingên wî erd negirt. Ewî meşa siwarên êl û eşîran dît:

-Ay, yên mêr gotî ev in! Teyrin! Teyrên Çiya! Teyrên Çiyayê Mêzopotamîyê!

Dawid axa serva nediçû, wekî ew xwe bi xwe payê xwe jî dide. Ew jî teyrê çiya bû. Teyrê Çîyayê Şengalê. Teyrê Çîyayê Mêzopotamîya! Ewî mêrxasî hew zanibû per pêva şîn bûne. Ewî dixwest bifirya û bigihîşta refê xwe. Her mêrxasekî li rex wî, wek wî bû û wek çîya bû.

Deh hezar siwarên êzîdîyan, hezarek siwarên ermenîyan, pênsed siwarên aşûrî û kildanî, li ser sîng û berê Çîyayê Şengalê bûn.

Osmanîyan ji dûr ve bala xwe didan meşa çîya. Çokên osmanîyan dilerizîn. Tirs ketibû ser osmanîyan . Tirsa mêrên çê.

Leşkerên êzîdîyan – kurdan - medan û dost xêrxwazên wan panzdeh hezar mêr jî ne bûn. Eskerên osmanîyan ji şêst hezarî zêdetir bû.

Pêncî hezar li ber panzdeh hezarî dilerizî. Hukumdaran pêncî hezar bi zorê derxistibûn meydana mêran. Panzdeh hezara ji bo xweykirina axa xwe rabûbûn; derketibûn qada şêr. Çavên pêncî hezarî li revê bû. Panzdeh hezar li ser axa xwe bûn; ciyê wane revê tune bû. Pêncî hezarî, ji panzdeh hezarî re dahwa şêr danîbû. Pêncî hezar li navbera panzdeh hezarî da bû.

Ordîya osmanîya û mêrxasên Mêzopotamîya ji dûr ve bala xwe didane hev.

Osmanîyan hew zanîbûn du baltên xwedê, ji herdu alîyan ve di ser serê wan de darda bûne. Osmanîyan navê Mîrê Êzîdîyan, navê înglîz bihîstibûn. Ewana li hêvîyê bûn, ku bînbaşîyê wan serê Mîrê Êzîdîyan û serbazên înglîz li ber lingê wan daynê.

Şengalîyan ji dûr ve birayên xwe dîtibûn. Şengalîyan zanîbûn ku Mîrê wan tê hewara wan; serbazê înglîz jî li gel wî ne.

Îsmaîl Beg şeşxana şêxê ereb çawa pêşkêş dabûyê ji milê xwe derxist, gazî Tawisî Melek kir, çok da erdê û tûşa (nîşana) bînbaşî girt. Bînbaşi li ser hespê hate xwarê.

Eskerê osmanîyan, ne minê, ne bi te yê, ewana ber bi “nêçîra” xwe dilezandin. Îsmaîl Beg ser dijmin da gûle û barût verê dikir (barand).

Îsmaîl Beg du girmînyên zexm texmîn kir. Ji asîmanan agir barî. Ew kirê herdu kapîtanên înglîz bûn. Ewana rakêtên hewar û gazîyê avêtin. Ewana narîncok li ser dijmin da rokirin. Herdu kapîtanan û doxtir pişta xwe dane dîwarê ziyaretê, çok dane erdê û tivingên xwe yên lûle dirêj bi aliyê dijmin ve rast kirin û gûle û barût bi ser dijmin da reşandin.

Çend hespên eskerên osmanîyan deverû ketin, siwarên xwe di bin cendekê xwe de hîştin. Osmanî pir bûn, gelek bûn, wek gûrên perane bûn.

-Bikevine ziyaretê!

Dengê Îsmaîl Begê di nava ringeringa simên hespan da winda dibû. Siwarê osmanîyan nêzîk dibûn.

Îsmaîl Beg kete hundurê ziyaretê. Hogirê wî jî çav dane wî, ketine ziyaretê.

Di ziyaretê da şikevt hebû. Du-sê sihetan ewana yê bikarîbûna li ber xwe bidana.

Eskerên Romê, Roma-reş dor quba Şêx Romî girtibûn, ew dorpêç kiribûn. Eskerên Roma-reş nizanîbûn ku ew zîyareta wane jî. Eskerên Romê, Roma-reş lê-lê bû ziyareta xwe bi destên xwe hilşînin. Ew yek diqewime Xwedê xaş bihata, yanê nehata. Kê zanibû?

Şengalîyan şer nedixwest, ewana dengê defê, dengê topên alman dernedixist.

Osmanîyan ji tirsan bûbûn lepekî, deng û his ji wan dernediket.

Roma-reş gelekî dilê Mêzopotamîya êşandibû. Fermana ermenîyan ya despêka qurna bîstî bû sebebê kuştina 1,5 mîliyon ermenî, fermana Mîrê Kor, fermana êzîdîyan di destpêka qurna nozdehan de tenê di qezayên Surçîyê û Qelehesinê de 150.000 êzîdî têne qirkirinê. Desthilatdarên hukumatên mezin, berê jî, niha jî, xwe li kerî û korîyê danîbûn. Dibe ku lewma jî Osmanîyan û hevalbendên wan tedbîra, tedarekê komkujîyên nû dikirin.

Osmanîyan rehma dilê Mêzopotamîya jî zanîbûn. Niha osmanî, osmanîyên wextekî nîn bûn.

Mêrxasên Mêzopotamîyê, li ser pêşa Çiyayê Şengalê tedarekê êrîşê didîtin.

Osmanîyan di deşta Eynxezalê da li hêvîya serê Mîrê Êzîdîyan bûn.

Gernasên çîya, qehremanên Mêzopotamîyê li çavên hev dinihêrîn. Çiyayên Kurdistanê bala xwe didan deşta Eynxezalê.

Deşta Eynxezalê li hêvîya simên hespên xwedî û xwedanên xwe bû...


*Heta van paşwextîya topek ji topên almanî ku mêrxasên êzîdîyan ji destên osmanîyan derxistibûn, li ser tepa serê Çiyayê Şengalê bû. Niha ew top di muzeya Mûsilê de ye.
Ev roman di sala 2001-2002’an de hatîye nivîsandin, lê nehatîye weşandinê. Xwedîyê romanê bi hêvî ye, ku bi piştgirîya bavçêya ev eser bibê milkê civakê. Em li benda wê bavçêya ne...
eziz_isko@hotmail.com



Impressum