HATINA ÊZIDÎYAN BER BI EWROPA - 1

Wek ku tê zanîn du sedemên hatina kurdên êzidî a ji bo Ewropa hene. Yek ji wan sedema aborî bû a din jî sedema koçberîyê bû. Ez xwazim di vê nivîsê da pêşî li ser sedem û hatina pêşî bisekinim û bi vê yekê dest bi nivîsandina xwe di malpêra da bikim.

Êzidî cara yekem di dawîya salên 1970'yî da wek karker hatin Ewropa. Ev hatina êzidîyan û herwiha a kurdan bi giştî jî a pêşîn bû. Sedemên vê hatina êzidîyan jî tenê aborî bû. Kurdên êzidî jî wek bi hezaran kurdan ji ber feqîrî, belangazî û bêkarîya li welêt mecbûr man û berê xwe dan Ewropa. Di destpêkê da ji bo hemiçka yek hedef, yek armanc hebû. Ew jî di nava çend salkî da qizinckirina çend quruşan û pêşvebirina rewşa aborî li welêt bû. Yanî daxwaz ew bû, ku piştra vegerihana welêt û di cih û warê xwe da jîyanik bextewer bidomandina. Lê wek ji bo hemi karkerên wî wextî, ev yek ji bo êzidîyan jî wek hêvî û daxwazên wan neçû serî. Sedemên vê jî gelik bûn. Her ku diçû şert û mercên li welêt ber bi xerabîyê va diçûn û jîyana Ewropa jî hêdî hêdî bi wan xweş dihat û dest bi şax berdanê kirin.

Di wî wextî da ji ber taxrîbatên şerê Nazî-Almanya (Şerê Cihanê ê Diwemîn) li seranserê Ewropa pêwistîya kar û xebatê hebû. Herçiqas ku şer di sala 1945'an da bi dawî hatibû jî, lê dîsa jî Ewropa hê bi xwe nehatibû û bi dawetî karker dixwestin nav xwe. Ev yek ji bo himûmê dewletên Rojavayê Ewropa (Westeuropa) derbas dibû. Ji ber wê yekê jî wey li wî ku karkeran ji xwe ra bînê û di welatê xwe da bidê xebitandin. Dewletên, ku hemwelatîyên xwe wek karker îxracatî van welatên Ewropa kirin jî di serî da dewleta Tirkîyê, Pakistan, Yugoslavya Berê û hwd. tên pêş. Lê yek dewleta ewropî hebû, ku piranîya karkerên ji Tirkîyê xwe lê girtibûn bû. Ew jî dewleta Almanya bû û sedemên vê yekê jî têkilîyên di navbera wê û dewleta Tirkîyê ên dîrokî bûn. Ev têkilî hê di dewra Împaratorîya Osmanî da destpêkiribûn. Navbera Împaratorîya Almanya (Kaiserreich) û Împaratorîya Osmanî gelkî xweş bû û du mûtefîkên herî nêzîkî hev bûn. Di warê perwerdeyîya eskerî da almanan gelik alîkarî dan Osmanîyan/Tirkan û hwd.

Raste Almanya piştî Şerê Cihanê ê Diwemîn xirûxera bûyûbû û divîyabû ku ji sifrê da carik din destpêbikira, lê sedema hatina piranîyên hemwelatîyên ji Tirkîyê yek karê bi vê yekê va girê bidê. Ji ber wê yekê ya jî, ku îro li Almanya li gel kurdan 3 mîlyon hemwelatîyên Tirkîyê dijîn. Ev reqemik ne hindike.

Herçiqas ku gelik kurdan xwe li welatên din ê wek Danîmarqa, Swêd, Fransa, Swîsre û hwd. girtin jî, di nav êzidîyan da bes navê Almanya derketibû. Yekê ku jê bihata û karîbûya bihata Ewropa a xwe li Almanya girt. Ji ber wê yekê heta ku koçberîyê di destpêka salên 1980'yî dest pê kir jî, ji xeynî Almanya êzidîyan xwe li ti dewletên din ên Ewropa negirtin. Heta niha bi xwe jî axlebên êzidîyan li Almanya dijîn.

Piştî jîyanik bi tenê a bi salan, gelik kesan biryar dan, ku jin û zarokên xwe jî bînin cem xwe û bi vê yekê rê li ber jîyanika li xerîbîyê a dûr û dirêj vekirin. Bi hatina jin û zarokan va bivê nevê jîyana xerîbîyê hê jî dirêjtir bû. Ha îro vegerin ha sibî, dêhnê xwe danê ku wî sal di pey hatina wan ra derbas bûyina û wî li vî welatî bi cih û war bûyina û şax vedana. Lê li gel ku salên xwe di navbera çûyin û hatina kar da derbas kirin jî, çavê wan hey lê bû ku rojkê ji rojan vegerin nav xelkê xwe û jîyana xwe bi malbata xwe û nas û dostên xwe ra derbas bikin. Ev salên li xerîbîyê him ji bo wan û him jî bo malbatên wan li welêt gelkî dijwar bûn. Têkilî jî axlebe bi rêya şandina bantên taybê a hatin kirin. Bi seaten a ketin ber şitexalî û silavan û a hevdi bi jîyana xerîbî û gûndîtîyê agahdar kirin û bi vî awayî kûl û derdên xwe derman kirin. Ji xwe ku ne bi vî miqamî bûye wê çilo dilê xwe vala bikirina û dilê xwe hênik bikirina? Ji ber wê yekê jî çavê malbatan jî hey li hatina bersiva bantên ji Almanya bû. Gelo ka bahsa çi kirina, başin, bi silametî ne, ji me ra çi şandina û hwd.? Herwiha çavên ên li xerîbîyê jî li hêvîya hatina bantê cewabê bû ta ku ew jî hinkî hisreta xwe a ji bo welêt derman bikin. Vê jîyana wek îşkencê a bi vî rengî bi salan dom kir.

Lê vê talîyê piştî çend salan hin êzidîyan biryar dan û dawî li jîyana xerîbîyê anîn û vegerihan welêt, lê dîsa jî axlêbên wan, ên ku jin û zarokên xwe xwestibûn cem xwe, neçûn û biryara mayinê dan. Gelik ji wan ev zêdeyî 20 salane, ku hê li Almanya bi hisreta rojkê ku vegerin Welêt jîyana xwe berdewam kin.

Hê berdewame…

Yilmaz Yildiz
Kopenhagen

 

__________________

1 Wek ku ez zanim tenê xalê bavê min, Mehmedê Hetmên ji Kîwexê xwe li Firansa girt.

Impressum