YC: Li ser bûyera Şêxan
Birêz Eskerê Boyîk di vê nivîsa xwe da li ser bûyerên li Şêxanê sekinê û wek nivîskar û rewşenbîrekî kurdê êzidî bi helwesteke kurdayetî dest avêjê bûyerê û şîrove dikê û li ser vê yekê hin gazinên xwe ji partî, komel, sazî û dezgehên Kurdistanî û bi giştî ji himûmê civaka kurd dikê, ku li himberî vê bûyerê bêdeng man û bi xemsarî nêzîkî meselê bûn. Nivîskar bal dikşînê ser bûyerên bi vî rengî di dîrokê da û sedemên wan wek bêtahmûlî, bêtifaqî û neyartîya di nav civaka kurd bi xwe da didê nîşandan û dibêjê ku divê kurd wek civak çareserîya bûyereka wiha li benda serokekî an jî partîyekê nehêlê, lê divê gelê kurd tev da wek ciwak rabin ser xwe û li dijî bûyerên bi vî rengî derkevin û wek malbatekê li çareserîyê bigerin. Birêz Boyîk hin rexneyan jî li dîroknas, nivîskar, rewşenbîr, partî, medya û oldarên kurd ên welatparêz dikê, ku heta niha ne lêkolînek zanistî, roman, şano û nivîsek di derbarê vir û derewên dijminan da, ferman û tevkujîyên navxweyî da ne nivîsandina û di derheqa olên li Kurdistanê da rastî derneêxistina ber çavên gel û vê yekê wek kêmasîyekê ji bo perwerdekirina civakek saxlam dibînê. Li gel gazin û rexneyên xwe, nivîskar herwiha kêfxweşîya xwe jî tînê ziman, ku rê li ber berfirehbûna bûyerê hat girtin û bê xwînrijandin bi dawî bû. Birêz Boyîk di dawîyê da hêvî dikê, ku mafê hemû ol û kêmnetewên li Kurdistanê di qanûna bingehîn da bên parastin û bal dikşînê ser referandûma îsal û bang li hemi êzîdîyan dikê ku rê nedin xêrnexwazan ku wan bixapînin û divê êzîdî bizanin ku pêşeroja wan tenê bi welatê wan Kurdistanê û gelê wan va girêdaye.
Kerem bikin temamê nivîsê li vir bixwînin:
Eskerê Boyîk: Li ser bûyera Şêxan
Bûyarên li Şêxanê dest dayî pir dilê min êşandîn.
Yekcar dû tişt ketine bîra min:
Ya ewlin: Kurdistana Azad, ev pêvajoya dijwer e nazik, çaralî bi neyar-dijmina va dorpçayî û dijminê navxweyî…
Ya duda: Jera dîndijminatya reş, ku bi dewranan zordar û bawaryên dagerkir kirine qafê evdên kurd, lê kirine havênê hevtemûlnekirinê, hevheramkirinê, neyartyê, bêtifaqyê. Kîjanê mala Kurdan wêran kirye, bûye sebebê vê bindestya dewrana, vî halê gel û malwêranya welêt.
Rast, çiqas jî wan bûyaran dilê min êşandin, fikir û ramanên min tev li hev kirin, qîrîn û hewarek di nav minda çê kirin, ji bo Kurdistana Azad û wî perçê gelî ji ber xezeva fermanan xilazbûyî, lê dîsa min hestên xwe zevt kirin û ne xwest wê derheqê da binivîsim.
Eva bûyareke kurdewarye. Nexweşîke gelê Kurd ya bi êş e. Birîneke kûr e, derdekî gelêrye. Ne ewqas birîna Êzdiyan e, çiqas ya temamya gelê kurd e.
Min dixwest seva wan bûyaran, ne ku tenê Başûr, lê heçar perçên Kurdistanê û ji welêt der bibya qîrîn, hewar-gazya gelê kurd, xazma ya giregir, rewşembîr, sîyasetmendar, oldarên meye Kurdên musulman. Partî û komele, sazî û dezgehên kurdan pêşda bihatana, gilyê xweyî xêrê
bigotana...
Min dixwest vê kîna birakujyêyî dewrana, dilê wan jî bêşanda, bigotana êdî em ew gelê xapyayîyî cahil nînin, em kurd neheqya kurdaye usa hindava kurda da qebûl
nakin.
Kurdên qafterî û olperest ra bigotana: Çavê xwe vekin, li dora xwe dost û neyarên xwe ji hev cudakin! Êdî bese! Dewra vir û derewan, xapandinê derbas bûye. Sedsala 21 ê ye.
Bese!
Lê keraya dewranaye giran dîsa mîna ewrê bêreng, xêncî çend birqdanan, ji cî
nehejya…
Ev kerayî, ev bêxemî, rast gotî, cî ji gelek fikarara vedike…
Wê kerayê dilê min êşand…
Ez ne wak evdekî Êzdî lê wek nivîskarekî Kurd ji vê kerayê û bêxemyê
nerehetim.
Zor sipas serokên herema Kurdistanê û serokatya Êzdyan ra ku bi zanebûn û xemxurî tev geryan, nehîştin ew agirê çêbûyî gurbe, bûyar berfire be. Ew zulm zû kirin bin kontrola
xwe…
Zor sipas wan teka-tûka hevala ra, ku bi dilêşî û welethizî hestê xwe derheqa vê bûyarê da elam
kirin…
Ne tenê ji bo xatirê Êzdiyan, lê ji bo serketina pêvajoya kurdewarîye îroyin, himberî bûyarên wa kerayî û bêxemî avê berî ser dewla aşê neyarê Kurdistanê dikin…Îro li Başûr himber Êzdyan ev bûyar çê bûye, sibê jî kare cîkî din, bûyareke xezevtir dijî hinek kurdên din çêbe…
Sebebê çêbûna bûyarên wa hela hê jî li nav civaka kurda da pirin û kûrin.
Ez ne wê bawaryê da me, ku sûcê çêbûna vê bûyarê tev dijmin-nexwezên Kurdistana azad va bê girêdan, wan cezakin û alîkî bisekinin.
Te bîra min, wextekê, dema weletê Sovêtê da karekî xirav, yan tiştekî neqenc dijî qanûnê dihate kirin, pirsgirêk çê dibûn, yan tevçûn û nerazîbûn li nava gela da pêşda dihatin, rayedaran digotin: „ Ev bermayên kapîtalîzmê ne“ bira hiqûq çareserke. Nedixwestin kûrî nava meselê bin. Paşê ew pirsgirêkên „ bermayên kapîtalîzmê „ ketine ser hev, bûne bomb û dilê welêt da teqyan. Dewî li ber çava ne...
Gerekê gelê kurd, rayedar û rewşembîr bizanbin, ku meselên wa tek bi kêranîna qanûnên hiqûqê çareser nabin. Deh yan sed tevbûyê vê bûyarê cezakirin, hinek evdên bêsûc ji ser kursyê wan avîtin, çareserya meselê nîne.
Ev bûyara navxweyî, tiştekî nû nîne, tenê qewimandinên niha va girêdayî nîne. Ew ji dewrana tê. Dîndijminatyê, hev temûlnrkirinê, bêtifaqî û neyartya navxuyî, welat gîhandine vê malwêranyê. Dîroka kurda da deqên tenîye wa kêm nînin. Kesî ewqas zirar nedaye kurda, çiqas kurdan bi xwe, kesî xûna kurdan ewqas nerêtye, çiqas kurdan bi xwe, kesî rêya azadyê li ber kurdan negirtye, çiqas kurdan bi xwe. Kurdan her kesî ra xizmet kirye, wan ra bûne pişt û alîkar, serê xwe li ber wanda dane, zulm û zora wan temûl kirine. Lê hev temûl nekirine. Xelkêra tifaq çê kirine, tifaqa xwe xirav kirine. Derewa xelkê ji xwera kirine heqî û îman, nanê hev heram kirine, nanê xelkê xwera kirine tiberk…
Fikir tele, lê rastye…
Gerekê em kurd, çareserkirna bûyarên wa hêvya serokekî duda, yan partyakê dudava nehêlin, bi gelêrî, bi tevayî, bi civakî rabine dijî van nerindyan û wek malbetekê çareseryê bigerin.
Dema meriv wen çênd dîdemên, ku dizîva, bi tirs ji bûyarên Şêxan hatine kişandin dinhêre sawê dikşîne, ewqas kîn û jer hindava Êzdyan da, ewqas zulm û xezev serê kurdên olpereste wê deverê (Êla Gorana) da çima kom bûyê. Êrîşkar hîmlî jî gêncîn. Gelo ew qet perwerde nebûne? Kêne mamostayê wana? Ew çawa bû di nava seheta da ewqas evden bi kîn û jer, sîlihkirî li hev civyan, bi êrîş û gazyên cihadê, dijminatyê, qirkirinê hiçûmî mal, dukan û cîyên pîrozên Êzdiyan kirin. Heta polîs jî di nav êrîşkara da hene… Gelo li wur qet komek evdên xerxwez, yên bi vîjdan tunebûn ku pêsya wê êrîşa xezevê bisekinyana.
Pirs pêşda tê çima heta niha jî gêncê kurda hindava kurda da bi xezev têne perwerdekirin?
Ji minra gotne gelek endemên herd partyên Kurdistanî, heta ewê îro li deverên Êzdiyan da berpirsyar û desthiletdar in nanê Êzdiyan naxun…
Xwelî serê wî welatî be ku evdên usa wê azakin…
Lê wekî qewatên desthiletdarya herêmê negihîştanê? Lê wekî dewsa kek Mesûd û Mam Celal hinek olperest bûna? Lê wekî hinek Êzdiyan jî dest ji ber xwe hildana, rahîştana çeka?
Lê wekî…
Dîsa fermana bi sirê?
Kê-kê, lê min ev tişt, vê dewrê da, ew jî vê dema seva gelê Kurd nazik da, qet bihar nedikir…
Çend sal pêşda ez li Bakûrê Kurdistanê li rîspîkî bûme mêvan Axaftina me li ser xîreta kurdaye miletyê bû. Kalê gilîk got, qet ji bîra min naçe. Got: „Dijminê kurd di serê kurd da ne. Kurd gotî ji serê xwe neyarê xwe bavêjin. Wî çaxî azadya Kurdistanê li ber dêrî ye.“
Gelo bi kuştina kurda, kurdê Kurdistanê çêkin?
Bi keser gerekê bê gotin heta niha jî ne rewşembîrya kurdî, ne jî sîyasya kurdî, ne jî cihana kurdîye civakî, hela bi dil guh nedane van pirsgrêkaên navxweyî, van nexweşî û birînên xweye dewranaye êş.
Piranya zane û rewşembîrên kurd, êdî ez derheqa xelkên sade da nabêjim derheqa hev, ol û meshevên hevda pir kêm zanin, qedir nadine bîr û bawarî, erf û edet, sîmvol û cîyên heve pîroz, di pişt hevva qelpin, bi neyartî bawarya hev dinhêrin, pişta xwe hev girê nadn. Serê wan derheqa hevda çiqas bêjî tiştên nerast, buxdan û şiltaxê neyaran seva wan gotî, tiştên xirabva dagertîye. Carna derheqa hevda tiştê usa dibêjin ku serê evdên normal da cî nabe…
Heta vê gavê jî nijarperestya kurdîye navxweyî ya olî, zaravî, elfebê, heremî hidûden gelêrî da cî nabin û li nava gelê kurd da nahêlin tifaq, yekîtî çêbe, xîret û kara miletyê bi tumerî cîyê xwe bigrin.
Roja îro jî meriv kare bi seda mînaka ji sîyasetmendar, rewşembîr û giregirên kurda bîne, ku wan ne ku tenê çevê xwe li ber bûyarên wa, nakokyên di nav civaka kurdî da girtine, lê rex neheqan sekinîne, alî wan kirine…
Ka dîroknasya kurdî, nivîskaryê, rewşembîryê, civaknasyê ji bo çevê evdên kurd vekin çend lêkolînên dîrokî, roman, şano, çirok, gotar derheqa van nakokyan, derew û virên dagerkira da, tevkujyên navxweyî, fermana da nivîsîne?
Ka partyayên meye sîyasî dijî van nakokyan çi kar kirine?
Ka têlêvîzyonên kurdî da çend berneme hatine weşandin?
Ka çend oldarên kurd e welatparêz derheqa olên kurdistanî da rastî mirîdê xwera gotine?
Usane perwerdeke rastyê, perwerdeke ji bo kar û xîreta miletyê li nav gelê Kurd da gerekê bê meşandin. Çi di kara gelê medane, çi ya gelê meye, çi ziman, ruh û heyîtya gelê me diparêze gerekê em alîkarê wan bin. Em ne bi berçevka, lê bi rastyê, bi culet gerekê roja xweye îro, dora xwe, dîroka xwe binhêrin. Her kesayetya dîrokî gerekê bi emelê xwe, bi qencî û kêmanîyê xwe dîrokê da cîyê xwe bigrin.
Serê bavê Kurden musulman jî, serê bavê Kurdên êzdî jî, yên elewî, kakayî jî, usa jî serê bavê kurmanca, sorana, zaza, gorana, lora, serê bavê hemû partî, hêz, komele û komên kurdan, azadya wan, rizgarî û azadya welêt, qewata wan yekîtyê, hev temûlkirinê, ji hev hizkirinê da ne. Yekîtya bê qelp, yekîtya bi zanebûn, bi xîret û ruhê kurdî, bi xemxurî girtina qedrê bawarî, erf-edet, eyd erefat, cîyên heve pîroz wê ji wan ra rêya azayê veke. Yan xapandin, gilî-gotinên vala, soz û gazinên welatparêzyêye sexte, tucar tu kar nedane û ne jî wê bidin…
Ev bûyar cêribandineke tel bû û şikir ji xwedê wa kete bi kontrolê… vê pêvajoya dewletbûnê da, wextê Kurdistanê da destûr û dokûmêntên din tên qebûlkirin gerekê bi hiqûqî pêşîgirtina bûyarên wa hesav bê hildan, ol û netewên kêm kes bi fireyî bên parastin.
Di vê nuxtê da hiqûq gotî sert be.
Dema rêfêrêndyûmê nêzîk dibe. Ez bangî hemû Kurdên êzdî dikim, ji bûyarên wa, sozên xelkêye vala, bangewazyên hinek êzdyên firotî û qafseqet nexapin, bizanibîn azadya wan, bextê wan û ewledan, bi dewî ji helandin, zulm û zordestê xilazbûna wan welatê wan Kurdistanê û gelê wan va girêdaye.
Oldenburg
26.02.2007
|